Muhammet Tarhan
19 Mijdar 2022•Rojanekirin: 20 Mijdar 2022
84 Tirkên Ahiskayê yên ku li Hersona bajarê Ukraynaya ku bi Rûsyayê ra di nav şer da ye dijîn bi teşebûsa Wezareta Karên Derva ji ser Rûsyayê tînin Tirkiyeyê.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin hildan 84 Tirkên Ahiskayê yên ku piranî îxtiyar in ji bo ku ji ser Rûsyayê bêne Tirkiyeyê di 31ê cotmehê da ji Hersonê derketin rê.
Lêbelê hin kesên di komê da ji ber kêmasiya ewraqên xwe nekarîn ku bikevin Rûsyayê.
Di encama teşebûsên Balyozxaneya Moskovayê ya Tirkiyeyê yên li ba Wezareta Karên Derva, Wezîrê Karên Navxweyî û Wezareta Parastinê û xebatên ku Wezareta Karên Derva bi Balyozxaneya Enqereyê ya Rûsyayê ra didomînin da ji bo qefleyê îznên hewce hatin hildan.
Bi xebatên ku hatin kirin va koma 84 kesî îro ji ser Qirimê derbasî Rûsyayê bû. Tê payîn ku qefleya navborî îro derengê şevê bigihêje sînorê Gurcistanê yê Rûsyayê.
Ji aliyê din va Balyozxaneya Tiflîsê ya Tirkiyeyê jî li ba meqamên Gurcistanê teşebûsên hewce kirin.
Tê payîn ku Tirkên Ahiskayê ji ser Gurcistanê ra jî bigihêjin Tirkiyeyê û meqamên eleqedar amadehiyên der barê hatina wan û ezimandina wan da temam kirin.