Mustafa Hatipoğlu,Filiz Kınık Öz
19 Mijdar 2022•Rojanekirin: 19 Mijdar 2022
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokdewletê Ukraynayê Volodimîr Zelenskiy bi têlefonê axivîn.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da geşedanên der barê şerê Rûsya-Ukraynayê û korîdora dexlê da guftûgo kirin.
Serokomar Erdogan di axaftinê da ji ber helwesta wî ya erênî ya ji bo dirêjkirina Peymana Stenbolê ya der barê îxraca dexlê da spasiya Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy kir.
Serokomar Erdogan diyar kir ku bi mutebeqata dexl û pevguherîna êsîran tecrubeyên erênî bi dest xistin di serî da agirbest di kêrî her kesî bê ku vê nêrînê di kulvara mizakereyê da jî berfireh bikin.
Serokdewletê Ukraynayê Zelenskiy jî ji ber êrîşa terorê ya li Stenbolê sersaxî da û Serokomar Erdogan jî ji ber sersaxiya wî spasiya Zelenskiy kir.