Türkan Tosun
16 Gulan 2018•Rojanekirin: 16 Gulan 2018
KERKUK
Li Kerkûka bajarê Iraqê Tirkmen ji ber îdiaya di hilbijartinan de hîle hatiye kirin protestoyan dikin û dibêjin heke daxwazên wan neyê cih ewê bêîtaatiya sivîl bikin.
Serokê Tevgera Neteweperwerên Tirkmen Ebbas Beyatli di xwepêşana li ber buroya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê de got: "Heke daxwazên me neyên cih Tirkmen wê dest bi bêîtaatiya sivîl bikin. Em encamên hilbijartinê qebûl nakin. Der barê hilbijartina bihîle de divê lêpirsîn bê kirin. Heke lêpirsîn neyê kirin û ray bi destan neyên jimartin emê encama hilbijartinê qebûl nekin."
Namzedê lîsteya Eniya Tirkmenan a Kerkukê Ammar Kahya jî wiha got: "Me ji ber encamên hilbijartinê ya bihîle serî li Neteweyên Yekbûyî, Dadgeha Federal a Iraqê, Navenda Mafên Mirovan a Iraqê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Iraqê da."
Kahya got buroya Kerkukê ya Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê guh nedaye îxlalkirinan û di dîroka Iraqê de cara ewil ev hîle û bêusulî tên kirin.
Tirkmenên li Kerkûka bajarê Iraqê piştî hilbijartinên roja şemiyê gotibûn rayên wan li ser partiyên Kurdan hatine nivîsandin û dest bi protestoyan kiribûn.