28 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2017
KERKUK
DEAŞa rêxistina terorê li Daqûqa navçeya Kerkuka bajarê Iraqê êrîş lidar xist. Hat ragihandin ku di êrîşê da 4 pêşmerge birîndar bûn û di şerê qewimî da jî gelek milîtanên DEAŞê hatin berterefkirin.
Ji fermandarên hêzên Pêşmerge yên li herêmê Mîralay Kamaran Mehmûd daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Li Zankira gundê ser navçeya Daqûqê komeke milîtanên DEAŞê êrişî Pêşmerge kirin. Di êrişê da 4 pêşmerge birîndar bûn. Di şer û pevçûna piştî êrişê qewimî da gelek milîtanên rêxistinê hatin berterefkirin."
Mehmûd destnîşan kir ku piştî êrişê gelek yekîne sewqî herêmê hatin kirin û wiha dewam kir: "DEAŞ hewl dide bi dizî bikeve herêmê û êrişan li dar bixe. Milîtanên rêxistina terorî yên ji Mûsilê reviyan û li Hewîceyê kom bûn, niha jî li wir êrişan dikin."