31 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 01 Tebax 2016
KERKUK
Li Kerkuka bajarê Iraqê endamên rêxistina terorê DAEŞê êrîşeke xwekujiyê bîra neftê û îstasyona xazê kirin, di êrîşê de 9 kes mirin.
Li gor agahiya çavkaniyên ewlehiyê, 5 çalakvanên xwekujiyê yên DAEŞê êrîşî bîra neftê ya Bay Hesenê û îstasyona xazê ya Bay Ciwanê kirin.
Hat ragihandin ku beriya êrîşê bikin, terorîstan 4 xebatkar kuştine û bombe li erdê bi cih kirine.
Piştî êrîşê şewateke mezin derket û hat gotin ku şewat hê nehatiye vemirandin.
Bîra neftê û îstasyona xazê ya ku êrîş lê hat kirin 20 kîlomêtro başûrê Kerkukê ye û hat ragihandin ku pêşmerge û polêsan bi tevahî kontrola ewlehiya van deran bi dest xistine.