Haydar Şahin
27 Sibat 2019•Rojanekirin: 27 Sibat 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê beriya hevdîtina ku ew ê bi Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur ra bike bi Nguyen Phu Trongê Serokê Vîetnamê ra hat ba hev.
Trumpê ku ji bo hevdîtina bi Kîm Jong-unê Serokê Koreya Bakur ra bike li Hanoiya paytextê Vîetnamê ye Nguyenê hemtayê xwe ziyaret kir.
Trump got, "Ji ber ku hevdîtin ew ê li Vîetnamê were kirin em herdu jî kêfxweş in" û diyar kir ku Vîetnam di mijara aboriyê da gelekî pêş ketiye.
Nguyen Phu Trongê Serokê Vîetnamê got ji bo ku civîna taybet bi serkeftî derbas bibe hemû amadehiyên lazim dikin hatin kirin.
Donald Trump û Nguyen Phu Trong di merasima îmzekirina peymana ticarî ya herdu welatan da seroktî kirin.
Boeînga saziya teyareyan a Amerîkayê û Vîetjet û Bamboo Aîrwaysa saziyên rêhewayê yên Vîetnamê ji bo siparîşa teyareyan peyman îmze kirin.
Trump ji Vîetnama ku ji hevdîtinê ra malxwedîtî kir û bi şirketên Amerîkayê ra peymanên teze çêkir ra sipas kir.