Haydar Şahin
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
WASHINGTON
Sarah Sandersa Berdevka Qesra Sipî diyar kir ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê der barê rejima Beşar Esed a li Sûriyeyê da hê biryara xwe ya dawîn neda.
Sandersa Berdevk di civîna çapemeniyê ya li Qesra Sipî da êrîşên rejima Esed ên li Sûriyeyê nirxand.
"Hemû rê li ser maseyê ne"
Sandersê got, "Li pêşiya me çend rê hene, em van dinirxînin û hemû rê li ser maseya me ne. Di wê mijarê da hê biryara dawîn nehat dayîn."
Sandersê destnîşan kir ku Trumpê Serok wan rêyan dinirxîne û got, "Serok Trump di mijara demê da hê biryarek neda, hemû rêyan dinirxîne."
Trump di hesbê xwe yê medyaya civakî da der barê Sûriyeyê da ji Rûsyayê ra gotibû "amade bibe" û wiha nivîsîbû: "Fuze tên. Hûnê bi heywanê qatil ê xazê yê ku bi kuştina gelê xwe kêfxweş dibe ra nebûna hevkar."