Haydar Şahin
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ANKARA
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ew ê îro der barê peymana nukleerî da daxuyaniyê bide, Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê beriya daxuyaniya Trump axivî û got dibe ku welatê wan hin tengasiyan bikişîne lêbelê ew ê di demeke kin da tengasiyan ji ser xwe biavêjin.
Rûhanî beşdarî Fuara Petrol, Xaza Siruştî, Rafînerî û Petrokîmyayê ya Navneteweyî ya 23an a li Tehrana paytextê Îranê hat lidarxistin bû û li fuarê axivî. Rûhanî di axaftina xwe bi eşkeretî qala peymana nukleerî nekir lêbelê got dibe ku welatê wan qasî 2-3 mehan hin tengasiyan bikişîne.
Rûhanî diyar kir ku ew ê di demeke kin ji tengasiyan xilas bibin û got, "Di binê ambargoyan an jî halê din da dibê em li ser piyên xwe bisekinin."
Wekî mayîn Rûhanî di axaftina xwe da diyar kir ku "Dixwazin bi dinyayê ra têkiliyên kêrhatî daynin lêbelê ew ê li gor berjewendiyên Îranê tevbigerin."
Trump ji pêvajoya kampanyaya hilbijartinê vir va dibêje ku "di dîroka Amerîkayê da peymana herî nerind ev e." Trump diyar kiribû ku ew ê biryara dawîn a li ser peymanê îro eşkere bike.
Trump di daxuyaniyên xwe yên berê da gotibû dibe ku Amerîka ji peymanê vekişe û dîsa zextan li ser Îranê pêk bîne.
Di tîrmeha 2015an da welatên P5+1ê (Çîn,Fransa, Rûsya, Îngiltere, Amerîka û Almanya) bi Îranê ra peymana nukleerî îmze kiribûn û ev wekî "Plana Çalakiya Hevpar a Berfireh (JCPOA)" dabûn nîşandan.
Van welatan gotibûn heke Îran di bernameya nukleerî da dev ji hin tiştan berde ew ê hin zextên aboriyê yên li ser Îranê rakin.
Wezîrên karên derva yên Almanya û Fransayê do di daxuyaniyên xwe da gotibûn ku ew ê li ser peymana bi Îranê ra îmze kiribûn, bisekinin.