09 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
WASHINGTON (AA) - Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, duh telîmata çek dayina PYDya milê Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorî, îmze kir.
Berdevkê Pentagonê Dana White bi daxuyaniyeke nivîskî wiha destnîşan kir: "Duh Serok (Trump) bo li Reqqayê li hemberî DEAŞê biserbikevin, bo Wezareta Berevaniyê wexta hewce bike çek û muhîmatê bide Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) telîmat da."
Dana White îdia kir ku tekane hêza ku "Reqqayê di demeke kurt de bistîne û biserbikeve" HDS ye.