DARUSSELAM
Tanzanya li Afrîkaya Rojhilat, qeraxê Okyanûsa Hindê hatiye avakirin. Li welêt him di siyasetê da îstiqrar heye him di salên dawîn da aboriya wê pêş ketiye him jî ji aliyê madenên bin erdê va dewlemend e.
Li bakurê Tanzanyayê Kenya û Uganda, li rojavayê wê Ruanda, Burundî û Komara Demokratîk a Kongoyê, li başûrê wê jî Zambiya, Malavî û Mozambîk û li rojhilata wê jî Okyanûsa Hindê heye.
Tanzanya di sala 1964an da bi yekbûna Tanganîka û Zanzîbara dewletên serbixwe va ava bû û navê xwe û alaya xwe jî ji vê yekbûnê hildaye.

Rûyê welêt nêzî 945 hezar kîlomêtrekare ye û dahata wê ya millî ya nesafî 45 milyar dolar e. Bi vê dahata xwe va li parzemîna Afrîkayê aboriya wê di nav rêza 10emîn da ye.
Aboriya wê li ser madenkarî, çandinî û tûrîzmê ye, di qada sanayiyê da jî demên dawîn pêşketineke wê ya mezin çêbû.
Li gor daneyên Buroya Îstatistika Neteweyî ya Tanzanyayê, dahata wê ya millî ya nesafî ji sedî 41sektora xizmetê, ji sedî 29 çandinî, ji sedî 6 sanayiya îmalatê, ji sedî 10 tûrîzm, ji sedî jî sektora madenkariyê pêk tê.
Tanzanya herî zêde ji Hindistan, Kenya, Afrîkaya Başûr, Çîn û Umanê ra îxracatê dike. Herî zêde jî ji Erebistana Siûdî, Çîn, Hindistan, Mîrektiyên Ereban yên Yekbûyî û Afrîkaya Başûr îtxalatê dike.
Malên wê yên îxracatê yên sereke zêr, pembû, qehwe, çay, fistiqa kajûyê; malên îtxalatê jî neft, berên neftê, wesaît, makîne û techîzat in.
Axa ku Tanzanya li ser ava bûye di serê salên 1500î da pêşiyê bûye pêgeha portekîziyan, paşê bûye pêgeha erebên ummanî.
Piştî serdestiya ereban ji salên 1880yî heta 1919an bûye mêtingeha almanan û piştî ku Cemiyeta Milletan ava bûye, vê carê jî ketiye bin serweriya înglizan. Mêtingeriya îngilizan jî heta sala 1961an dewam kiriye.
Li herêma ku tevgerên xweserîbûnê lê xurt bûn, di 1961an de Tanganîkayê azadiya xwe bi dest xist. Zanzîbarê jî di sala 1963an de ji îngilizan xweserîbûna xwe bi dest xist. Di sala 1964an de Tangaîka û Zanzîbar bûn yek û navê Tanzanyayê hildan.
Li Zanzîbarê piştî şoreşa sala1964an erebên ku bi sed salan li wir dijiyan terka welêt kirin.
Julîus Nyerereyê ku ji bo xwesîrbûna Tanzanyayê gelek keda wî hebû heta 1985an dewlet ji rê va bir.

- Li welêt 130 nijadên cuda dijîn
Nifûsê Tanzanyayê 50 milyon e û ji sala 1966an vir va paytexta wê Dodoma ye.
Nifûsê paytext Dodomayê jî 400 hezarî zêdetir e.
Bajarê herî mezin û qedîm jî Darusselam e. Gelek saziyên kamuyê li vir in û ev bajar ji hêla îdarî û ticarî ve gelekî pêş ketiye.
Li welêt 130 nijadên cuda dijîn. Wek nijad herî zêde eşîrên Bantu, Sukuma û Nyamwezî li vir dijîn. Ji bilî van kêm be jî ereb, hindu û kesên ewropayê jî hene.
Îngilizî û swahîlî zimanê fermî ye, lê her eşîr zimanekî din diaxive.
- Nîvê nifûsê misilman in
Li Tanzanyayê ji bilî îslam û xiristiyaniyê dînên herêmî jî hene.
Misilman herî zêde li devê behrê û girava Zanzîbarê dijîn. Li giravê sedî 99 misilman in û sunî ne.
- Tanzanya her sal ji sedî 6-7 mezin dibe
Li Tanzanyayê ji ber ku demeke dirêj rejima sosyalîst desthilatdar bû di tu warî da pêşketin çênebû.
Tanzanya wê demê di nav dewletên herî feqîr ên dinyayê da cî digirt û piştî 1980an deriyê Fona Pere ya Navneteweyî (IMF) lê hat vekirin.
Tanzanya ji sala 1995an vir va pêş dikeve. Tanzanya di demeke kurt da di nav dewletên Afrîkayê da bi pêş ket û di salên dawîn da aboriya wê ji sedî 6-7 mezin dibe.
Hikûmeta 2 sal berê hat ser kar li dijî gendeliyê hewl dide û gelek xebatkarên kamuyê ji wezîfeyê hatin avêtin.
- Qehwe û pembû di çandiniyê da sereke ne
Li welêt aborî li ser maden, çandinî û tûrîzmê ye û di salên dawîn da di warê pîşesaziyê da pêşketin heye.
Li Tanzanyayê ji sedî 70yê welatî di çandiniyê da dixebitin û qehwe û pembû di çandiniyê da sereke ne û tên îxrackirin. Sala par li welêt bi 5,9 milyar dolarî îxracat û bi 9,9 milyar dolarî îtxalat hat kirin.
Ji ber bendergehên siruştî Tanzanya li parzemînê navendeke ticaretê ye û ji bo Afrîkaya Rojhilat derî ye.
- Ji sedî 38 welêt qada parastinê ye
Li Tanzanyayê sektora duyemîn tûrîzm e. Li Tanzanyayê qad û parkên neteweyî yên wekî Serengetî, Tarangîre û Kilîmanjaro hene û li peravên Deryaya Hindê gelek plajên pak û paqij hene.
Çiyayê Afrîkayê yê herî bilind çiyayê Kîliîanjaro ye û di nav sînorên Tanzanyayê de ye. Gola Afrîkayê ya herî mezin Vîctorîa û gola herî kûr Tanganîka jî li Tanzanyayê ne.
Ji sedî 38 eraziyê Tanzanyayê parqên neteweyî ne. Li Tanzanyayê sektorê tûrîzmê jî gelekî mezin e û nêzî 2 milyon însan dixebitin.
Tanzanya piştî Afrîkaya Başûr û Ganayê ji bo çêkirina zêr di rêza seyemîn de ye. Li Tanzanyayê ji bilî zêr gelek kanên madenên almast, uranyum û nîkelê jî hene.
Li Tanzanyayê nêzî milyonek mirov di sektora madenê de dixebitin û Tanzanya ji vê nêzî milyarek dolarî pere qezenc dike.
- Arîkarê Serokê dewletê jineke misilmane
Tanzanya di siyasetê de dewleteke biîstîqrar e. Rejima Tanzanyayê komarî ye û serokê dewletê her wiha serokê hikûmetê jî ye.
Di hilbijartinê meha cotmehê ya ku sala 2015an de hat kirin de John Magufulî bû serokê dewletê. Samîa Hassan Suluhu jina misilman jî arîkara serokê dewletê ye. Li Tanzanyayê heta niha cara ewil e ku jineke misilman dibe arîkara serokê dewletê.