Türkan Tosun
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 26 Hezîran 2020
Serokê Amerîkayê Donald Trump di anketan da 14 puan li dû reqîbê xwe yê Demokrat Joe Bîden ma.
New York Times û Siena Collegeyê anketek çêkirin û encamên wê belav kirin.
Li gor vê anketê Alîkarê Serokê Amerîkayê yê berê Joe Bîden li pêş e.
Ji bo namzedê tekane yê Demokratan Bîden ji sedî 50 piştgirî heye, Trump jî ji sedî 36î va 14 puan li dû Bîden e.
Herî zêde hilbijêrên jin, çêrmreş û hîspanîk piştgiriyê didin Bîden.
Trump ji ber ku di xwepêşandanên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û yên dijî nijadperestiyê da tevgerek neyînî nîşan da hilbijêran dev ji piştgiriyê berdan.
Ji sedî 52yê hilbijêrên çêrmspî yên ku temenê wan ji 45an biçûktir in piştgiriyê didin Bîden, ji sedî 30yê wan jî dibêjin ew piştgiriyê didin Trump.
Ji spênc paran du par hilbijêrên çêrmspî yên ku temenê wan ji 65an mezintir in jî tevgerên Donald Trump ên dijî xwepêşandanên Kovîd-19yê û yên dijî nijadperestiyê pesend nekirin.