Önder Beyter
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Kovara Fransî Le Canard Enchaine nivîsî ku hin dîplomatên Fransî ew nêrîn parve kirin ku Serokomar Recep Tayyip Erdogan takekes e ku li Lîbyayê lîstikê durist dilîze.
Le Canard Enchaineê di nûçeya xwe ya bi sernavê "Li Lîbyayê bi tenê Tirkiye lîstikê durist dilîze" da diyar kir ku beramberî gotinên Serokomar Emmanuel Macron ên "Tirkiye li Lîbyayê lîstikeke xeternak dilîze" hin dîplomatên Fransî nêrîna "Erdogan takekes e ku hedefên xwe yên jeopolîtîk, eskerî, neft û xaza siruştî venaşêre û lîstikê durist dilîze. Ev yek ji bo Behra Spî, Lîbya û Qibrîsê jî li dar e" parve kirin.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku Xelîfe Xefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê bi piştgiriya Rûsya, Misir, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Fransayê bawer e.
Di nûçeyê da her wiha hat balkişandin ku bi saya midaxeleya Tirkiyeyê, hikûmeta Lîbyayê, Xefter têk bir.