Muhammet Kurşun
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokwezîrê Filîstînê Ramî el-Hemdellah li ser biryara barkirina Balyozxaneyê rexne li Trump girt û got: "Serokê Amerîkayê Donald Trump di rastiyê de di nav xeletiyeke mezin de ye. Dema xwest paytextê bar bike Qudsê xeletiyeke mezin kiriye. Ew jibîr dike ku Quds bajarekî Filîstînê û paytextê Filîstînê ye. Hewl daye bi emrê waqiî biryara xwe bisepîne."
Hemdellah, li Mitînga "Nalet li Zilmê Piştevanî li Qudsê" ya li Stenbolê axivî û bangewaziya arîkariyê li dinyayê kir.
Di axaftina xwe de pesnê Tirkiyê da û wiha nirxandin kir:
"Tirkiye wekî her gav ku di dîrokê da kiriye rola xwe bi cehdeke mezin bi cî anî û wekî her gav dengê dinyayê û wijdana mirovahiyê ye. Em li vir cardin dibînin ku çiqas bi doza Filistînê ra girêdayî ye û em cardin dibînin ku çiqas eleqeyê nîşanî meseleya Qudsê dide."
Rexneya xwe ya li ser Trump jî wiha anî ziman:
"Serokê Amerîkayê Donald Trump di rastiyê de di nav xeletiyeke mezin de ye. Dema xwest paytextê bar bike Qudsê xeletiyeke mezin kiriye. Ew jibîr dike ku Quds bajarekî Filîstînê û paytextê Filîstînê ye. Hewl daye bi emrê waqiî biryara xwe bisepîne."
Di bangewaziya alema Îslamê û cîhanê de jî Hemdellah wiha got: "Em bangewaziya dinyayê û alema Îslamê dikin ku li Qudsê xwedî derkevin. Divê em li hemberî vê biryara Amerîkayê ya nemeşrû bi hevre mucadele bikin. Divê em vê bidomînin. Lazim e em nasnameya Qudsê biparêzin û rêya xwe bidomînin."