Elif Orhan
18 Gulan 2018•Rojanekirin: 18 Gulan 2018
ÎSTANBUL
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan der barê qetlîamên Îsraîlê de got: "Îsraîl divê li ber daraza navneteweyî teqez hesaba mesûmên ku qetl kirin bide."
Civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî bi mazûvaniya Serokkomar Erdogan li Navenda Kongreya Stenbolê dest pê kir.Erdogan di axaftina xwe de li ser mijara Qudsê got: "tiştên ku îro ji bo Filîstîniyên ku bi destê eşqiyayên Îsraîlê tên qetlkirin tên kirin nîşanê hemû cîhanê dide ku hêj mirovahî nemiriye. Ez bi vekirî û zelal dibêjim, a Îsraîl dike eşqiyatî ye, wehşet e, terora dewletê ye."
Axaftina xwe wiha domand: "14ê Gulanê roja duşemê çawa ku ji bo dîroka mirovahiyê wekî rojeke reş bi cî bûye, 18ê gulanê roja înê jî înşeallah dê wekî roja ku bi hewldanên me yên hevpar rûmeta mirovahiyê hat xilaskirin bê nivîsandin."
Erdogan rexne li Amerîkayê girt û wiha axivî: "Amerîkayê bi biryara Qudsê zemîn ji qetlîamên Îsraîlê re hazir kiriye û loma jî xwîna Filîstîniyên masûm di destê Amerîkayê de heye."
Serokomar Erdogan bangewazî kir û got "Îsraîl divê li ber daraza navneteweyî teqez hesaba mesûmên ku qetl kirin bide. Mixabin ku hemû pêngavên ku ji bo tecellîkirina edaletê tên avêtin di Konseya Ewlehiyê de ji aliyê birêvebiriya Amerîkayê ve tên vetokirin. Em ê mijarê dîsa bibin Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî û înşeallah wir piştgiriya hemû welatên îslamê û yên xwedan wijdan bistînin."
Erdogan wiha nirxandin kir: "Em îro ji kesên ku dixwazin herêma me di hêsir û xwînê de bigevizînin re dibêjin 'bisekine'. Em ji vê civînê bo birayê xwe yên Filîstînî re dibêjin ew ne tenê ne. Ez careke din dixwazim herkes vê rastiyê bizane; Doza Qudsê doza hemû Misilmanan e, Quds ji terora dewletê re nayê hiştin ku xwîna bi deh hezaran Filîstîniyên masûm di destê wê de ye. Quds beldeyeke muqeddes û mubarek e ji însafa terora dewletê re nayê hiştin. Asta ku em gihaştinê de em hemû vê rastiyê gelekî baş dizanin; şermezarkirin, azirîn, qêrîn heta îro dagirkerî û zilmê nerawestand û dê ji niha pê ve jî nerawestîne. Heta ku misilman mafên xwe bi xwe nestînin dê tu kesdi sîniya zêrîn de mafên me îkramê me neke."