Enes Canlı,Faruk Hanedar
11 Sibat 2025•Rojanekirin: 12 Sibat 2025
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu tehdîda heke êsîrên Îsraîlî yên dihat plankirin ku di merhaleya yekemîn a mutebaqata pevguherîna êsîran û agirbestê ya bi Hemasê ra bên berdan neyên berdan "dê agirbest biqede û dest bi êrîşên tund bikin" kir.
Netanyahu di peyama xwe ya bi dîmen da piştî ku Hemasê eşkere kir ku pevguherîna êsîran a ku dê roja şemiyê bê kirin ji ber ku Îsraîlê madeyên di peyaman agiresbtê da îxlal kiriye rawestandin got ku "îro rûniştina kabîneya ewlehiyê û siyasî ya berfireh aku 4 saet dewam kir, kirin."
Netanyahu diyar kir ku ji ber bangewaziya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya ji bo berdana êsîrên Îsraîlî yên li Xeta Xezeyê memnûn in û behs kir ku plana Trump ya wekî bo welatên din sirgûnkirina Filistîniyên li Xezeyê jî teqdîr dikin.
Netanyahu ragihand piştî ku Hemasê eşkere kir ku tura din a pevguherîna êsîran rawestandin telîmat da artêşa Îsraîlê ku yekîneyên teqwiye bişîne nav û hawirdora Xezeyê.
Netanyahu destnîşan kir ku esker diçin herêmê û der barê biryarên ku di rûniştina kabîneya ewlehiyê da bi yekdengî hat qebûlkirin da ev gotin:
"Heke Hemas êsîrên me heta roja şemiyê danê nîvro bernede dê dawî li agirbestê bê û êrîşên tund dê dîsa dest pê bikin û heta ku Hemas têk biçe dê dewam bikin."