30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku di peywendiya Serokê DYAyê Doland Trump û Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Evdilezîz a li ser têlefonê da herdu serokan di mijara "bira li Sûriye û Yêmenê herêmên ewle bên avakirin" da li hev kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî da hat destnîşankirin ku Trump û Qral Selman li ser têlefonê peywendiyek danîn û di axaftina xwe da herdu serokan jî bal kişandin ser dostanî û hevkariya stratejîk a dûdirêj a di navbera herdu welatan da.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku di axaftina xwe da Trump ji Qral Selman rica kir ku "piştgiriya avakirina herêmên ewle li Sûriye û Yêmenê bike" û Qral Selman jî ev, pejirand.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku Trump û Qral Selman bal kişandin ser girîngiya şopandina cîbicîkirina rêkeftina nukleerê ya digel Îranê û çalakiyên Îranê yên li herêmê yên ku îstiqrarê dişikênin.
Peywendiya Trump-bîn Zayid
Di daxuyaniyeke din a nivîskî ya Qesra Spî da jî hat diyarkirin ku Trump û Prensê Xelef ê Ebû Dabiyê Mihemmed bîn Zayid li ser têlefonê peywendiyek danîn.
Dîsa hat diyarkirin ku di axaftina xwe da Trump ji bîn Ziyad jî rica kir ku piştevaniya sazkirina herêmên ewle yên ji bo penaberên ku ji cî û warên xwe dûr ketine, bike û herwiha hat gotin ku bîn Ziyadê alîkariyê bike.