Abdullah Tel
01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 01 Mijdar 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku tevlî malbata xwe ew ê navnîşana mala xwe ya fermî ji New Yorkê bibe Palm Beach a bajarê eyaleta Florîdayê.
Trump ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê mijara barkirina mala xwe da daxuyanî da û got ku ew hêvî dike heta 5 salên din jî di Qesra Spî ya li Washîngtonê ye da bimîne û wiha pê da çû: "Tevlî malabata xwe em ê mala xwe barkin Palm Beach a bajarê Florîdayê. Ez qedr û qiymetê didim New York û şêniyên wê û ez ê bidim jî, ez hersal bi milyon dolaran bacê didim rêveberiyên herêmî, eyalet û bajêr lê digel vê pêşengên siyasî yên wan deran li hemberî min nexweş tevdigerin."