Fatih Gazioğlu
01 Mijdar 2019•Rojanekirin: 02 Mijdar 2019
Amerîkayê dijî Îranê der barê sektora înşeat û materyalên ku di bazirganiya eskerî da tên bikaranîn da hin mueyîdeyên nû eşkere kirin.
Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku ew ê mueyîdeyên dijî rejima Îranê zêde bikin.
Pompeo got ku sektorê înşeatê di destê Mihafizên Şoreşa Îranê de ne û ji ber vê wan ev sektor kir hedef.
Pompeo destnîşan kir ku wan 4 materyalên ku di bazirganiya bernameya fuzeyên baslîstîk û nukleerê da tên bikaranîn jî hildane lîsteya mueyîdeyan.
Rêveberiya Amerîkayê beriya vê jî Banqeya Navendî ya Îranê hildabû lîsteya mueyîdeyan.
Rêveberiya Amerîkayê beriya vê navê Serokê Îranê Ayetullah Elî Xamanay, Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf û Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê jî hildabû lîsteya mueyîdeyan.