Ahmet Aydın
19 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn payizê dawetî Wahsingtonê kiriye.
Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders daxuyaniya derbarê bûyerê de li ser hesabê medyaya civakî kir.
Sandersê di parvekirina xwe de got, "Li Helsinkiyê Serok Trump domandina diyalogê ji aliyê konseyên herdu welatan ve qebûl kir. Serok Trump, daxwaz ji Şêwirmendê Asayişa Neteweyî John Bolton kir ku di payizê de Serok Pûtîn dawetî Washingtonê bike. Herwiha derbarê vê mijarê de gotûbêj didomin."
Ji ber daxuyaniyên wî yên piştî lûtkeya ku li Helsinkiya paytextê Finlandiyayê digel Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re kiribû, li Amerîkayê ji aliyê endamên Kongreyê û medyayê ve gelekî rexne li Trump hatibûn girtin.