01 Hezîran 2016•Rojanekirin: 02 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Balafirgeha Adnan Menderesê beriya ku biçe Ugandayê civîna çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsên rojnamevanan da.
"Di hiqûqa navneteweyî de tu aliyan ve me girê nade"
Serokomar Erdogan da zanîn Merkelê got ku "Em ê çi hewldana ji destê me bê bikin" û wiha axivî:
Di hiqûqa navneteweyî da pêşnûmaya li Almanyayê tu aliyan ve me girê nade. Em ê pêşî ji vê yekê bawer bikin, gelo tu pirsgirêkên me yên wekî komkujiya ermeniyan a qaşo heye? Tu problemên me yên bi vî awayî tune. Em di vê mijarê de rehet in. Kesên ku helwestekî wiha nîşanê me didin, di rastiyê de di navbera her du welatan de, li Almanyayê niha ji 3 milyonî zêdetir tirk dijîn û niha têkiliyên di navbera me de di asta gelek gelek jor de ne. Heke bikeve lîstikeke wiha ev der heqê dahatûya me de ye û dê zirarê bide têkiliyên dîplomatîk, aborî, bazirganî, siyasî, eskerî ku em di heman demê de du welatên NATOyê ne. Ez wisa bawer dikim ku dê van hemûyan bifikirin. Ez niha nirxandina biryarekî ku derneketiye rast nabînim lê heke biryarek derkeve, hinceta vê biryarê çi ye, di nav vê de çi heye, piştî wê nirxandina vê hem dê hikûmeta me bike hem jî hewce bike em ê nirxandina vê bikin. Lê di hiqûqa navneteweyî de ev yek ji tu aliyan ve me girê nade. Ez dixwazim ku hûn jî vê yekê bizanin."