TurkAkima xeta boriyê ya xaza siruştî ku wê xaza siruştî ya Rûsyayê bîne Tirkiyeyê û li ser Tirkiyeyê ra bişîne Ewropayê, wê îro li stenbolê bi merasimê va were vekirin
İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2020
Ankara
TurkAkima xeta boriyê ya xaza siruştî ku wê xaza siruştî ya Rûsyayê bîne Tirkiyeyê û li ser Tirkiyeyê ra bişîne Ewropayê, wê îro li stenbolê bi merasimê va were vekirin.
Merasim wê li Navenda Kongreyê ya Halîçê were lidarxistin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Dewleta Federasyona Rûsyayê Vladimir Putîn, Serokomarê Komara Sirbistanê Aleksandar Vuçiç û Serokwezîrê Komar Bulxaristanê Boyko Borisov wê beşdarî merasimê bibin.
Xeta boriyê di 31ê berfanbarê da ji bo vekirina xazê hat amadekirin.
TukAkim ji Anapaya bajarê Rûsyayê dest pê dike, heta Kiyikoy Kirklareliyê tê û 935 kîlomêtro dirêj e. Ji du xetan pêk tê û înşeata wê kuta bû. Îstgeha Kompresorê ya Russkayayê ya li Anapayê û Termînala wê ya Kiyikoyê jî kuta bû.
Xaza Ûris wê rasterast ji vê xetê ra were Tirkiyeyê û di 31ê berfanbarê da ji bo vekirina xazê hat amadekirin.
Ji xeta yekemîn ra xaz wê were Tirkiyeyê, ji xeta duyemîn ra jî xazê here Ewropayê.