16 Sibat 2017•Rojanekirin: 16 Sibat 2017
WASHINGTON
Hat îdiakirin ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser dayîna teklîfekê disekine ku hêza bejahiyê ya konvansiyonel bişîne Sûriyeyê.
Li gor nûçeya têlevîzyona CNNê rayedarekî ku navê wî nehat gotin, gotiye ku "Dibe ku ji bo demekê yekîneyên bejahiyê yên konvansiyonel biçin Sûriyeyê."
Rayedar gotiye ku biryar ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Trump meha borî Tamîmeke Serokatiyê derxist û ji Wezîrê Parastinê Jîm Mattîs xwest ku di nav 30 rojî da planeke ku têkoşîna DEAŞê lez û bez bike, çêbike. Li gor îdiayê şandina leşkeran jî perçeyekî wê planê ye ku Pentagonê pêşkêşî Trump kir.
Rayedarekî Pentagonê der heqê îdiayê da pirsên nûçegihanê AAyê bersivandin û got ku di halê hazir da planeke wisa û teklîfeke wisa tuneye.
Li gor îdiaya CNNê mijar hê ne fermî ye û hê hûrgilî tuneye ka bê mîsyona hêza bejahî wê li Sûriyeyê çi be, lê heke ku bibe dibêjin ku hin hêz wê li ser Kuweytê ra bikevin Sûriyeyê.
Koalîsyona ku Amerîka pêşengtiya wê dike vê di mehên dawîn da dora Reqqaya ku DEAŞê kiriye paytext diçe û tê. Gelek pispor dibêjin ku hema bê ne pêkan e ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê û komên milîsên ereb Reqqayê hildin.
Li gor CNNê yekîneyên bejahiyê yên Amerîkayê wê temînatê bide Tirkiyeyê ku PKK/PYDya rêxistina terorê wê zirarê nede berjewendiyên Tirkiyeyê.
Heke îdia rast derkeve û Trump jî pesend bike, leşkerên Amerîkayê wê di rizgarkirina Reqqayê da rol hildin.
Îdiayeke din a CNNê jî ew e, ji bo ku leşkeran bişînin Iraqê dibe ku guhertin bê kirin.
Serokê berê Barack Obama di çarçoveya perwerdekirin û techîzatkirinê da ji bo piştgiriya artêşa Iraqê 5 hezar û 262 leşkerên Amerîkayê şandibû Iraqê. Tê îdiakirin ku rêvebiriya Trump wê şert û mercên bicihkirina leşkeran biguherîne û ji bo demên kurt gelek leşker bişîne cihên ku lê pêdivî hene.