Şerê navxweyî yê ev 3 sal in ku li Sûriyeyê dewam dike, her diçe gurtir dibe. Bi milyonan sûriyeyî ji bo xwe ji şer xilas bikin direvin, mal û milkê xwe terk dikin û xwe dispêrin welatên cînar. Penaberên sûriyeyî, Tirkiyeyê wek welatekî ewledar dibînin û ji ber şer xwe dispêrine Tirkiyeyê. Herwiha tê zanîn ku niha bi hezaran penaberên sûriyeyî, li Tirkiyeyê dijîn.
Malbata Haşara ji Îdlibê jî yek ji malbatan e ku ji welatê xwe koç kirine. Nêzikî du meh berê rejima Esed bombe barand li ser gundê ku malbata Haşar lê dijiya. Mixabin bombeyek li xaniyê malbata Haşarê ket û di encamê de Mihemed Haşar mir.
Ji ber ku malxoyê malê di êrîşê de mir, malbat neçar bû. Rojbiroj tengezariya malbatê zêde bû û ji ber vê malbatê koçî Tirkiyeyê kir.
- Bi "şimik"ê ji şer reviya
Rêwîtiya xetere ya malbata mexdûr ya sûriyeyî li ber sînorê Tirkiyeyê dijwartir bû. Malbatê li ber sînor demeke dirêj cihekî ku tê de karibin derbasî wî alî sînor bibin geriyan. Herwiha ji ber ku pereyê malbata ku ji sê kesan pêk tê tunebû jî nekarîbûn barê xwe bidine hemal jî. Di bin baranê de li ser pişta wan bar, rêwîtiyê dewam kir.
Di piyê dayika 50 salî de tenê şimikek hebû û dayikê wê rêya bi kelem û strî û çemûrê bi wê şimikê kuta kir. Keçika xama ya 15 salî jî li pişta wê çenteyê mektebê meşiya.
Malbata ku di bin baranê de bi saetan meşiya li nêzîkî sînor goleke avê dît û li ser golê dest û piyên xwe pak kirin. Helbet barê li ser pişta ciwanê malbatê Hesenê 26 salî jî girantir bû. Hesenê ku zor û zehmetiya rê kişand, digel vê zor û zehmetiyê jî ji bo ku xwuşk û diya xwe biparêze hewl da. Carina dayika Hesen paş ve dima, Hesen ji bo alîkariya wê bike hewl dida, carinan jî moral dida xwuşka xwe.
Malbata ku bi zor û zehmet xwe gihand sînorê Tirkiyeyê li vir bi wesayiteke taybet ber bi Tirkiyeyê ve hat û tîma AAyê şahidiya vê rêwîtiya dijwar kir.