HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî der barê qeyrana neftê ya ku di navbera hikûmeta Bexdayê û herêmê de derket de wiha got: "Em gefan li kesî naxwin, lê heke hikûmeta Bexdayê heman helwesta xwe bidomîne em ê bersiveke ku texmîn nakin bidin."
Barzanî di merasima cinazeyê ya ku ji bo 93 kesên ku mexdûrê Enfalê ne û hestiyên wan li sînorê Erebistana Siûdî hat dîtin de axivî. Barzanî di axaftina xwe de nav neda û Serokwezîrê Iraqê Nûrî el-Malikî rexne kir û wiha axivî:
"Heke kesek him serokwezîr be û him jî fermandarê hêzên çekdar be divê rast be, derewan neke. Li Iraqê demokrasî, federalîzm û jiyana bi hev re paşve diçe. Ji bo ku em bi hev re bijîn tu sedem nemaye."
Barzanî destnîşan kir ku hikûmeta Bexdayê miaşên memûrên li Kurdistanê biriye û wiha got: "Ev ne meseleya neft û budçeyê ye." Barzanî wiha dewam kir: "Mesele ji vê jî mezintir e. Mesele ew e ku bi xîreta kurdan dilîzin. Dixwazin tim em din siya wan de bimînin. Em bi îradeya xwe tevnegerin, dixwazin li ser qedera me biryaran bidin. Kurdistanê wekî bajarekî xwe dibînin û wisa jî midaxele dikin. Gelê Kurdistanê ewqas bedel da, qedera xwe nade destê tu kesî. Em gefan li kesî naxwin, lê heke hikûmeta Bexdayê heman helwesta xwe bidomîne em ê bersiveke ku texmîn nake bidin."
Barzanî diyar kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî tevî lijneyekê çûn Bexdayê, lê dîsa jî miaşên memûrên Kurdistanê hatin birîn û wiha axivî: "Lijneya Kurdistanê dê li ser vê mijarê bi hikûmeta Bexdayê re muzakereyan nake. Gelê Kurdistanê tu wextê bindestî û zordestiyê qebûl nake. Em dibêjin bila Iraq bi hevkariyê were îdarekirin."
- Hestiyên 93 kesên ku mexdûrên Enfalê hatin dîtin
Mezelekî komî yê 93 kesên ku di dema rejima Baasê de di sala 1983an de di operasyonên komkujiyê de hatine kuştin hat dîtin. Hestiyên 93 kesên ku mexdûrê Enfalê ne û hestiyên wan li sînorê Erebistana Siûdî hat dîtin bi balafireke taybet anîn Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê. Piştî merasimekê hestî birin Goristana Enfalê ya li herêma Barzanê. Hat diyarkirin ku hestî yên kesên ku ji eşîra Barzanî ne.