İbrahim Atmaca
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
TUNUS
Wezareta Gîhandinê ya Tûnisê daxuyand ku wan hemû seferên Rêhewaya Emîratesê ya Mîrîtiyên Yekbûyî yên Erebî dan sekinandin.
Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê fermî yê medyaya civakî ya Wezareta Gihandinê ya Tûnisê hat dayîn, "Wezareta Gihandinê ya Tûnisê seferên Rêhewaya Emîratesê dan sekinandin. Heta şirket li gor qanûn û peymanên navneteweyî nefire, sefer wê neyên kirin."
Li gor nûçeyên ku îna çûyî li Tûnisê di çapemeniya herêmî da cih girtin, jinên tûnisî wê bi balafira Rêhewaya Emîratesê rêwîtî bikirana, lê nehiştibûn ku jin li balafirê siwar bibin.
Şirketa rêhewayê ya Îmaratê piştî nûçeyan daxuyanî dabû û ragihandibû ku wan vîzeyên jinên rêwî yên tûnisî sînordar kiriye.
TAPa ajansa nûçeyan a fermî ya Tûnisê daxuyandibû ku Wezareta Karên Derva ya Tûnisê roja înê gazî Salim Îsa el-Qettam Zeabiyê ku li Tûnisê Balyozê Îmaratê ye, kir.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Tûnisê da gotinên balyoz ên "sînordarkirin berwext bû û ji ber kar û barên ewlehiyê biryara sînordarkirinê hatibû dayîn û sînordarî hat rakirin" hatibû parvekirin.
Li Tûnisê piştî sînordarkirina vîzeyê ya Îmaratê, bi dehan kes li balafirgehan mexdûr bûn û biryara sînordarkirinê li ser medyaya civakî rexne kirin.
Enwer Kargaşê Wezîrê Dewletê ku Berpirsê Karên Derva yê Îmaratê ye, daxuyand ku ji ber "îstixbarata asayîşê" jinên tûnisî yên rêwî, hilnedane balafirgeha ku wê biçûya Dubaiyê.