Önder Beyter
25 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Serokomarê Guatemalayê Jimmy Morales daxuyand ku wî telîmat da wekî Balyozxaneya Guatemalayê li Tel Avîvê ji bo Qudsê bê veguhastin.
Morales di daxuyaniya ser hesabê xwe yê Facebookê da ragihand ku wî duhê bi telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netanyahû ra xeber da û dûra biryar da ku Balyozxaneya Guatemalayê li Tel Avîvê ji bo Qudsê bê barkirin.
Morales der heqê wextê barkirinê da tu hûrgilî neda û herwiha diyar kir ku wî telîmata destpêkirina xebatan da.
Guatemala ku li Navîna Amerîkayê welatek e û ji aliyê aboriyê va bi piranî li destê Amerîkayê dinihêre û bi alîkariyên wê va li ser piyan dimîne, piştî biryara der heqê Qudsê ya ku li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat wergirtin, ev biryara xwe da.
Pêşnumaya ku bi hewldanên Tirkiyeyê va hat amadekirin û biryara Trump tune dihesibîne, bi dengê 128 welatî va hatibû qebûlkirin. Dîsa Guatemalayê xwe dabû rexê Amerîka û Îsraîlê û dengê nexêr dabû.