Bahtiyar Abdülkerimov
21 Nîsan 2022•Rojanekirin: 23 Nîsan 2022
Serşêwirmendê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ukraynayê Oleksiy Arestovîç ragihand, niha li Ukraynayê qedera 90 hezarî eskerên Rûs hene.
Arestovîç di daxuyaniya xwe ya da çapemeniyê da diyar kir, li Ukraynayê 90 hezar mensûbên artêşa Rûs ya ku li dijî welatê wî şer da destpêkirin hene û 22 hezar eskerên Rûs ên din jî li ser sînorê Ukraynayê disekinin.