Davit Kachkachishvili
02 Mijdar 2022•Rojanekirin: 03 Mijdar 2022
Wezîrê Binesaziyê yê Ukraynayê Oleksandr Kubrakov diyar kir, peymana korîdora dexl digel ku ji hêla Rûsyayê hat rawestandin, tê plankirin 8 keştiyên dê dexl bên barkirin dê di 3yê Mijdarê da ji benderên Ukraynayê bi rê bikevin.
Kubrakov di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da diyar kir, wan ji NYyê erêkirina pêwîst wergirt û tê pêşbînîkirin ku 8 keştî di çarçoveya peyama korîdora dexl da ji benderan derkevin û wiha got, "Teşebusa Dexl a Behra Reş didome. Tê pêşbînîkirin ku 3yê Mijdarê roja Pêncşemê 8 keştiyên berhemên çandiniyê barkirî ji korîdora dexl derbas bibin. Me ji NYyê erêkirin wergirt. Ji xeynî vê sibê dê li Tengavê kontrol bên kirin."
Peymana korîdora sewqiyeta dexl li Stenbolê di 22yê Tîrmehê da di hîmayeya Serokomar Recep Tayyip Erdogan da di navbera Ukrayna, Rûsya, Tirkiye û NYyê da hatibû îmzekirin.
Rûsyayê di 29ê Cotmehê da ragihandibû, peyama sewqkirina berhemên çandiniyê yên ji Ukraynayê bi awayekî bêmawe hat rawestandin.