
Holy See (Vatican City State)
Vatîkanê ragihand, pêşengê ruhanî yê Katolîkan û Serokê Dewleta Vatîkanê Papa Franciscus îro serê sibehê li gorî saeta herêmî di 07.35an da (LST 08.35) di 88 saliya xwe da mir.
Kardinal Joseph Farrell daxuyanî da û wiha got, "Xwişk û birayên min ên ezîz, ez mecbûr im ku mirina Bavê me yê Pîroz Franciscus bi xemgînî ragihînim. Papa Franciscus îro serê sibehê di 07.35an da vegeriya mala Xwedê. Hemû jiyana xwe ji bo Reb û dêrê bexşand."
Di meha sibat û adarê da her du aliyên pişika Papa Franciscus jî bûbûn zature û 38 rojan li Romayê di Nexweşxaneya Gemelliyê da tedawî bûbû û di 23yê Adarê da tabûrcî kiribûn. Papa Franciscus qederek bû di heyama nekahetê da bû.
Papa Franciscus duh li Vatîkanê bi pêşiyê bi Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ra hevdîtin kiribû, paşê li Meydana Ezîz Petrûs beşdarî beşa dawîn a Ayîna Paskalyayê bûbû û li vê derê bi wesayîta xwe geriyabû û silav dabû gel.
Papa Franciscus di Adara 2013an da piştî îstifakirina selefê xwe yê Benedîktusê Papayê 16emîn hatibû hilbijartin û ji 12 salan zêdetir wezîfe kir.