İSTANBUL
Keça Mîrê Dûbaiyê Mehra Muhammed bin Raşid el Maktûm di hesabê xwe yê Facebookê de li ser wêneyê bavê xwe wiha nivîsî û perve kir: "Bibore bavo, lê belê sedema xwîna ku diherike, perê me ye."
Mehra di 19ê tîrmehê de di binê wêneyê Qralê Siûdî Erebistanê Abdullah û bavê xwe de ku li ser jî nivîseke wiha hebû: "Newyork Times: Pereyên ku Erebistana Siûdî û Yekîtiya Mîrektiyên Ereban dan Sîsî, dide nîşan ku dek û dolabek anîne serê Mûrsî" wiha nivîsîbû û parve kiribû: "Li min bibore, her çiqas tu bavê min bî jî, ev mesele meseleya dîn e."
Parvekirinên Mehrayê yên di medyaya netê de ku piştgirî dide derbenexwazên Misrê û mûxalifên Sûriyê bal kişand.