Ferizat Kaya
23 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2019
WASHINGTON
Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump îlan kir ku Serokê Parlementoya Neteweyî ya Venezuelayê Juan Guaido weke "serokê demkî" yê wî welatî nas dike, Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand ku digel Amerîkayê hemî peywendiyên xwe yên dîplomatîk birîne.
Serokê Dewleta Venezuelayê Maduro li dijî xwepêşandanên mixalefetê yên li Caracasa paytext, li ber deriyê Qesra Serokayetiya Dewletê ji piştevanên xwe re axivî û ragihand ku hemî peywendiyên xwe yên dîplomatîk birîne.
Maduro îdia kir ku Amerîka li dijî hikûmeta rewa plana darbeyekê dike û daxwaz ji hemî dîplomatên Amerîkî kir ku di nava 72 seatan de Venezuelayê terk bikin.