Haydar Şahin
26 Adar 2020•Rojanekirin: 26 Adar 2020
Ednan Zurfiyê li Iraqê ji bo avakirina hikûmeta teze hatibû wezifedarkirin diyar kir ku ew ê welêt ji rewşa pevçûnên li herêmê û navneteweyî dûr bigre.
Zurfî li ser medyaya civakî daxuyanî da û got, "Em ê li gor rêgeza 'Pêşiyê Iraqê polîtîkaya derva bişopînin. Em ê Iraqê ji rewşa pêvçûnên li herêmê û navneteweyî û berjewendiyan dûr bigrin."
Zurfî diyar kir ku ew ê berê xwe bidin civatên navneteweyî û welatên herêmî û vê wisa bikin ku ji desthilatdariya welêt jî tiştekî nedin der.
Wekî mayîn Zurfî li Bexdayê ji bo avakirina hikûmeta teze bi kom û partiyên siyasî ra dest bi axaftinê kir
Li Iraqê Koalisyona Fetihê û Koalisyona Dewleta Qanûnê ya seroktiya wê Nurî Malîkiyê Serokwezîrê berê dike yên komên Şiî mixalefeta dijî Zurfî didomînin.
Ev kom îdia dikin ku li ser daxwaza Amerîkayê Berhem Salihê Serokomar wezifeya avakirina hikûmetê da Zurfî. Zurfî jî wê rojê di daxuyaniya xwe da gotibû, "Ez ji Iraqê me, namzedê Amerîkayê nînim."
Salihê Serokomarê Iraqê di 17ê adarê da wezifeya avakirina hikûmeta teze dabû Ednan Zurfiyê Waliyê Necefê yê berê.