Ruslan Rehimov
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 19 Îlon 2023
BAKU (AA) - Wezareta Parastina Azerbeycanê ragihand, ji bo ku li Qerebaxê qanûna bingehîn cardin were tesîskirin, operasyona dijeterorê dan destpêkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, hêzên çekdar ên Ermenî ev çend meh in li Qerebaxa herêma Azerbeycanê bi awayekî rêk û pêk guleyan berdidin kozikên artêşa Azerbeycanê, di eraziyan da mayînan bi cih dikin, xebatên çêkirina çeper û kozikan dikin û dibin sedema rageşiyê.
Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku ji ber mayînên ku hêzên Ermenî bi cih kirin, li ser rêya Ahmetbeylî-Fuzulî-Şuşayê sivîl û polês mirin.
Wezaretê daxuyand ku di operasyona dijeterorê ya ku li Qerebaxê dan destpêkirin da ew sivîl û tesîsên binesaziyê naxin hedef, tenê hedefên eskerî yên meşrû tên beterefkirin.
Her wiha wezaretê destnîşan kir ku der heqê tevdîrên ku li Qerebaxê tên dîtin da Fermandariya Hêza Aştiyê ya Ûris û Rêvebiriya Navendî ya Çavdêriya Hevpar a Tirk-Ûris hatin agahdarkirin.