İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
LONDRA
Wezîra Karên Navxweyî ya Îngiltereyê Amber Ruddê ku piştî derket holê parlemento xapandiye, îstifa kir.
Derket holê ku Wezaretê der heqê mijara dersînorkirina penaberan da agahiya xelet daye parlementoyê. Ruddê jî ji bo vê îstifa kir.
Hat ragihandin ku Serokwezîr Theresa Mayê îstifaya Ruddê qebûl kir.
Piştî Şerê Cîhanê yê 2yem, Karayîp di serî da penaberên ji koloniyên berê wek karker çûn welêt. Lê ji ber ku Ruddê ew penaber dersînor kirin, Rudd bûbû hedefa mixalefetê.
Der heqê îdiayên ku wezaretê ji bo dersînorkirinê hejmar daniye ber xwe. Parlamentoyê ji bo mijarê komîsyona lêkolînê ava kiribû û Ruddê ji komîsyonê ra gotibû "haya wê jê tuneye" û xwe parastibû. Lê derketibû holê ku bi telîmat û xebera Ruddê penaber hatine dersînorkirin.
Herî dawîn Ruddê ji Serokwezîr Mayê ra nameyek şandibû û tê da behsa hedefên hejmara dersînorkirina penaberan hebû. Ev name ketibû destê çapemeniyê.
Ji meha mijdarê vir va bi Ruddê va hejmara wezîrên ku ji hikûmeta Mayê îstifa kirin derket 4an. Berî niha Wezîrê Parastinê Michael Fallon, Alîkarê Serokwezîrê Damian Green û Wezîra Perwerdeyê Justine Greeningê îstifa kiribûn.