İbrahim Atmaca
30 Nîsan 2018•Rojanekirin: 30 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Li Sultanxaziyê ji texsiyeke ku derbas dibû kes an jî kesên ku nasnameya wan ne diyar e gule berdan polês û polês birîndar bû.
Li gor agahiya ku hat hildan, li taxa Xaziyê li ser kolana Îsmetpaşa ji texsiya ku plaqa wê 34 SZ 0829 e û derbas dibû, gule berdan polêsekî sivîl.
Sê gule li bedena polês ketin û polês birîndar bû. Kesên ku êrîş kir, bi texsiyê ji cihê bûyerê revîn.
Ekîba tenduristiyê hat cihê bûyerê û polêsê birîndar rakir nexweşxaneyê.
Polêsan dîmenên kameraya ewlehiyê yê kargehekê hildan ku lê binhêrin û qapçikên vala yên guleyan berhev kirin.
Polês ji bo girtina êrîşkar an jî êrîşkaran xebat da destpêkirin.