Ahmet Dursun
12 Îlon 2024•Rojanekirin: 12 Îlon 2024
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebas Erakçî diyar kir ku welatê wî fuzeya balîstîk neşandiye Rûsyayê û Amerîka û her wiha welatên Ewropayê di vê mijarê da bi îstixbarat û mantiqa xelet tevdigerin.
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Erakçî di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da qala îdiayên Îranê fuzeya balîstîk daye Rûsyayê ku di şerê Ukraynayê da biemilîne, kir.
Erakçî îdia kir, Amerîka û her wiha Îngiltere, Fransa û Almanya ku wekî E3 tên binavkirin, di vê mijarê da bi îstixbarat û mantiqa xelet tevdigerin û wiha got, "Îranê fuzeyên balîstîk nedane Rûsyayê. Noqte."
Erakçî bal kişand ku mueyîdeyên Amerîka û Ewropayê yên dijî welatê wî, ne çareserî perçeyek ji pirsgirêkê ne û wiha got, "Mubtelayên mueyîdeyan divê pirsa 'Îran çawa dikare çekên pêşketî hilberîne û van bifiroşe?' ji xwe pirs bikin."