Mustafa Deveci
06 Sibat 2024•Rojanekirin: 07 Sibat 2024
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant dîsa işaret da ku ew ê êrîşê bibin li ser bajarê Refahê yê ku li başûrê Xeta Xezeyê.
Gallant di civîna çapemeniyê da îdia kir ku nîvê endamên Tûxayên Îzeddîn el-Qesamê yê şaxa eskerî yê Hemasê di êrîşên ji 7ê Cotmehê vir va tên kirin da hatin kuştin an jî bi giran birîndar bûn.
Gallant îdia kir ku 18 tabûrên Tûxayên Qesamê hatin belavlkirin û got êrîşên bejayî yên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezeyê ji yek wan operasyonên herî tevlihev ên dîroka şer e.
Gallant îdia kir ku tabûrên Tuxayên Qesamê yên mayî li navenda Xeze û Refahê ne û wiha got: "Em ê li navend û başûrê Xeta Xezeyê xwe bigîhînin cihên ku heta niha me şer lê nekiriye û bi taybetî Refaha ku keleha dawîn ya Hemasê ye."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî duh işaret dabû ku ew ê êrîşeke bejahî bibin li ser bajarê Refahê yê ku li ser sînorê Misrê ye û nêzî milyon û nîvek kesên ji ber êrîşên Îsraîlê li wir bi cih bûne.