KAHİRE
Serokwezîrê Hikûmeta Xazzeya Filîstinê Îsmaîl Heniye, di ofîsa xwe ya li Xazzeyê de bi rojnamevanên tirk re hat bal hev. Heniye diyar kir ku hevdîtîna 18ê hezîranê ya li Enqerê pir baş derbas bûye û di der barê herêmê de bi Erdoxanî re axivî ye. Der heqê serdana Erdoxanî a paşerojê de Îsmaîl Heniye got: "Xazze, ji bo pêşwazîkirina Erdoxanî amade ye."
Heniye destnîşan kir ku di serdana xwe ya li Tirkiyê de careke din Serokwezîr Erdoxanî dawetî Xazzeyê kiriye û Erdoxanî jî dilxwazê vê yekê ye. Li gorî gotinên Heniye Erdoxanî gotiye heke ji bo serdanê pirsgirêkek dernekeve, ez ê werim Xazzeyê. Heniye ragihand ku Xazze, ji bo pêşwazîkirina Erdoxanî amade ye lê ji ber buyerên dawî yên li Tirkiyê, ev serdan dereng ketiye.
Heniye got ku bi Erdoxanî der heqê pirsgirêkên bajarê Qudsê de ku Îsraîl li wir xebatên cihûtiyê dike de axivîne. Heniye anî ziman ku Erdoxanî gelekî girîngiyê dide bajarê pîroz û li hemû platforman, pirsgirêkên bajarê pîroz vedibêje. Heniye, bibîrxist ku di hevdîtîna bi Erdoxanî re de li ser mijara lihevkirina Filistînê sekinîne û di vê mijarê de dê bi hemû hewldanên Tirkiyê kêfxweş bibin.