07 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2016
ANKARA
Komîteya Nobelê ya Norwêcê Xelata Aştiyê ya îsal da Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê ku hewl dide şerê navxweyî yê ku 50 sal e dewam dike biqede.
Komîteyê di daxuyaniya xwe da wiha got: "Xelata Aştiyê ya îsal layiqî Juan Manuel Santosê Serokê Dewleta Kolombiyayê yê ku hewl dide şerê navxweyî yê ku 50 sal e dewam dike û tê da herî kêm 220 hezar kes mirin û 6 milyon kes terkeser bûn, biqede. Di heman demê da xelat layiqî gelê Kolimbiyayê hatiye dîtin ku tu wexta hêviya xwe ya ji bo aştiyê wenda nekiriye û ji bo hemû terefên ku ji bo aştiyê xebitîne diyariyek e."
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Santos di navbera hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) da hevdîtin û pêvajoya aştiyê daye destpêkirin û tim di vî warî da xebitiye.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Her çiqas li ser peymana aştiyê nîqaş hebin jî Santos bi referandûmê ji gel fikrên wan ên li ser peymanê pirsiye. Encam ne li gor dilê Santos derket û ji bo pêşeroja Kolombiyayê nediyariyek heye. Di pêşerojê da talûkeya şerê sivîl heye û ev encam jî pêwîst dike ku Santos û Rodrigo Londonoyê pêşengê FARCê agirbestê berdewam bikin.
Ji ber ku hibêjiran gotin na nayê wê meneyê pêvajoya aştiyê ew ê xilas bibe. Referandum dengdayîna dijî aştiyê nebû. Kesên ku gotin "Na" li dijî aştiyê negotin, li dijî peymaneke qismî gotin "Na". Komîteya Nobelê ya Norwêcê bi vê va balê dikişînin ser Serokê Dewletê Santos ku dixwaze hemû kes bi peymana aştiyê li hev bikin. Kesên ku li dijî peymanê derdikevin jî li diyalogeke wiha bi memnuniyet mêze dikin. Em bawer dikin hemû kes ê di hevdîtinan da berpirsiyariya xwe bînin bi cî û tevkariyeke erênî bidin pêvajoyê."
Komîteyê diyar kir ku hewla ku Santosê 65 salî ji bo aştiyê nîşan da daxwaza Alfred Nobel a dawîn bû.
Santosê Xelata Aştiyê ya Nobelê sitand ew ê 8 milyon kronê Swêdê (qasî 3 milyon lireyî) jî bistîne.
Komîteya Nobelê ew ê di 10 cotmehê da navê kesên ku xelata aboriyê heq kirine eşkere bike. Hê eşkere nîne ka wê xelata wêjeyê kîngê bidin.