08 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2016
HEWLÊR
Selaheddîn Bahaddînê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) destnîşan kir Tirkiye çawa li Sûriyeyê li dijî DAEŞê ye, li Mûsilê jî dikare li hember DAEŞê bisekine.
Bahaddîn der barê operasyona rizgarkirina Mûsilê, têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAEŞê û rewşa suniyên li Iraqê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Bahaddîn diyar kir ku Tirkiye li dijî DAEŞê polîtîkayeke bibiryar dimeşîne û got ku ji ber vê jî meriv nikare Tirkiyeyê li derveyî geşedanên ku li herêmê diqewimin bihêle.
Bahaddîn diyar kir ku her çiqas Tirkiye peyra tevlî hêzên koalîsyona navneteweyî ya li DAEŞa rêxistina terorê bûbe jî di têkoşîna dijî rêxistinê da roleke mezin dilîze û wiha got: "Tirkiye bi rizaya NATO, DYA û hêzên din ji bo li DAEŞê bixe ket Sûriyeyê. Ev jî nîşan dide ku polîtîkaya Tirkiyeyê guheriye."
Bahaddîn destnîşan kir ku çawa li Sûriyeyê ji bo têkoşîna dijî DAEŞê destûr tê dayîn li Iraqê jî DAEŞ heye û Mûsilê di destê rêxistinê ya û wiha dewam kir: "Ji bo têkoşîna dijî DAEŞê li ser axa Iraqê gelek dewlet hene. Loma jî jî hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê gelekî asayî ye. Heger wek mayîn mijareke hebe divê bi hesasî were çareserkirin."
Bahaddîn der barê operasyona rizgarkirina Mûsilê da jî diyar kir ku di hevdîtana Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku di 29ê Îlonê da bi Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê ra hatibû bal hev ew jî amade bûye.
Bahaddîn destnîşan kir ku di civînê da bi hûrgilî li ser operasyona Mûsilê sekinîn û wiha axivî:
"Di encama hevîditinan da biryar hat dayîn ku bi tenê leşkerên artêşa Iraqê û endamên Heşdû Wetanî (hêzên siniyên ku Tirkiyeyê perwerde kiribûn) têkevin navenda bajêr. Li gor pîlana leşkerî ev herdu hêzê têkevin nav bajêr. Heşdû Şebî û Pêşmergeyê hetanî li der û dora bajêr bên û nekevin navenda bajêr."
- "Sinî ji sala 2003yan vir da hêza xwe winda dikin"
Bahaddîn li ser rewşa siniyên li Iraqê jî axivî û diyar kir ku ji sala 2003yan a ku DYAyê Iraqê îşgal kir vir da her diçe sinî ji taqet dikevin. Bahaddîn got ji êrîşên DAEŞê jî herî zêde siniyan tesîr girtin û axaftina xwe wiha domand:
"DAEŞê çaxa ku Mûsil, Enbar û Selaheddîna bajarên siniyan dagir kir herî zêde li gelê wê derê zilim kir. Alîgirên Baasê yên berê dilê xwe kirin Elqaîdeyê û li ser vê pêşeroja siniyan reş bû. Pêşiyê li Felûceyê qirîz derxistin. Paşê DAEŞê Mûsil, Enbar û Selaheddîn dagir kir û derbe li siniyên wê derê xist. Siniyên wan deran cî û warên xwe terk kirin. Siniyên ku warên xwe terk kirin koçî Tirkiye, Ewropa û Kurdistanê kirin. Ji bo siniyan ev derbeyeke mezin bû. Lewra yên ku koç kirin hinekî zor dikarin vegerin malên xwe."
- Ji bo siniyan herêma federal
Bahaddîn destnîşan kir ku siniyên li Iraqê nika di nav kaosê da ne û wiha got: "Sini ji ber lihevnekirina di navbera xwe da her diçe ji hêzê dikevin. Sinî li Iraqê endamên girîng in. Ji bo ku eva însanan bên parastin, ewlehiya wan were pêkanîn, pêşeroja xwe ava bikin dibê herêmeke wan a federal hebe."