Haydar Şahin
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 12 Gulan 2018
İSTANBUL
Jean-Paul Didierlaurentê nivîskar bi romana xwe ya "Trêna 6.27an" va "Xelata Edebiyatê ya Notre-Dame de Sionê ya 2018an" xezenc kir. Bi merasimê xelata Didierlaurent danê.
Bertrand Buchwalterê Serkonsolosê Stenbolê yê Fransayê beşdarî merasima bi destê Lîseya Fransiz a Notre Dame de Sionê û Komeleya Kesên ji Notre Dame de Sionê li Qesra Fransayê hat lidarxistin bû û diyar kir ku salekî xelatê didin nivîskarekî Tirk salekê jî xelatê didin nivîskarekî Fransiz ê ku pirtûka wî wergerandiye zimanê Tirkî.
Buchwalter bal kişand ku îsal salvegera 10an a xelatê pîroz dikin û wiha pê da çû: "Xelata Edebiyatê ya Notre-Dame de Sionê amûra herî tesîrdar a diyaloga Tirk û Fransizan e. Ev xelat û şeva xelatê nîşana têkiliya di navbera çandên me da ne. Nîşan didin ku têkiliyên fikr û hunerên me her diçe hêzdar dibin. Notre-Dame de Sion vê serkeftinê amade dike ev jî tiştekê tebiî ye. Notre-Dame de Sion vejena çandê ya Stenbolê bi hebûna xwe va her tim xwedî dike. Îro êvarê em li vê derê anîn ba hev û ji bo dînamîzma di navbera Tirk û Fransizan da xizmetên xwe didomîne."