Önder Beyter
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 11 Gulan 2018
MOSKOVA
Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê da wekî "helwesteke tirsnak" pênase kir.
Lavrov di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtina xwe ya ligel hemtayê xwe yê Alman Heiko Maas da qala vekişîna Amerîkayê ji peymana nukleerê û geşedanên li Sûriyeyê kir.
Lavrov bal kişand ku bi vekişîna ji peymana nukleerê ya ligel Îranê va Amerîkayê biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî binpê kirin û wiha got, "Em gelekî bifikar in ku Amerîka ji peymana nukleerê ya ligel Îranê vekişiya."
Lavrov diyar kir ku Îranê li hemberî biryara Amerîkayê bertekeke ser hemdê xwe da û got ku divê Washington encamên vê gavê baş ro bike û bipîve.
Lavrov di axaftina xwe da qala rageşiya Îsraîl û Îranê jî kir û wiha got, "Gurbûna rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê da helwesteke tirsnak e. Hemû pirsgirêk divê bi diyalogê bên çareserkirin."
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Maas jî diyar kir ku ew ji ber helwesta Îranê ya dijî Îsraîlê bifikar in û wiha dewam kir, "Der heqê qewimînên li Girên Golanê em pir bifikar in. Agahî hene ku fuzeyên Îranê avêtine binkeyên Îsraîlê yên li Girên Golanê. Ev yek nayê qebûlkirin."