04 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
ELBEYLÎ
Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) va li bakurê Sûriyê temasa DAEŞê ji sînorê Tirkiyê qut kir.
Hêza Wezîfeya Taybet a Muşterek a TSKê û hêzên esmanî yên koalîsyonê di 24ê tebaxê da li bakurê bajarê Helebê Herekata Mertalê Feratê dabû destpêkirin û herekat didome.
Duh piştî ku grûbek wesaîtên bizirx yên TSKê ketin Çobanbeyliyê, piştgiriya ASAyê xurttir bû û ASAyê roja 12emîn da gundên nû bi dest xistin.
Muxalifan li herêma Çobanbeyê gundên Tuveyran, Xalîliye, Bab Lemon, Hac Veli û Okuzolduren ji DAEŞê standin.
ASA li Cerablûsê jî 24 kîlomêtre dûrî sînorê Tirkiyê bi dest xist û heta gihîşt Çemê Sûcûyê.
ASAyê îro gundê Ganîme û Suveydayê ku dikeve rojavayê Cerablûsê jî ji DAEŞê stand. ASAyê herî dawîn gundê el-Kadiyê jî hilda û ji aliyê Çobanbeyê va xet gîhand hev.
Bi vê va ASAyê bi piştgiriya TSKê navbera Çobanbey û Cerablûsê ji terorîstan safî kir û sînorê Sûriye û Tirkiyê jî ji terorîstan safî bû.
Ji ser sînor heta ber bi navenda Sûriyê navbera 3 û 5 kîlometroyan bû herêma ewle. Bi vî hawî temasa DAEŞê bi sînorê Tirkiyê ra nema.
Di roja 12emîn a harekatê da qada ku ASAyê ji rêxistinên terorê DAEŞ û PYDê xelas kirin, nêzî 600 kîlomêtreyî ye.
Çavkaniyên ewlehiyê agahî dan AAyê û gotin ku Herekata Mertalê Feratê wê dewam bike û herêma navbera Ezez û Cerablûsê wê firehtir bibe.