Sayim Harmancı
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2023
Koliyên alîkariyê yên ku xêrxwazên li Swîsreyê şandin Hekariyê belavî malbatên hewcedar kirin.
Hunermend û lîstikvan Necîp Karakaya û Emre Kurtuluşê Endamê Lijneya Birêvebiriyê ya Weqfa Diyanetê ya Tirkan (TDV) alîkariyên ku ji xêrxwazan temîn kirin anîn Hekariyê.
Karakaya û Kurtuluş bi Recep Bozkurtê Serokê Şaxa Heyva Sor a Tirkan û Ahmet Karadenîzê Alîkarê Serok û peywirdarên Heyva Sor ra li taxan geriyan û alîkarî gihandin hewcedaran.
Bozkurt spasiya Kurtuluş û Karakaya kir û got ku bi hev ra alîkarî teslîmî malbatan kirin.