Hikmet Faruk Başer
14 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2023
Li ser rûyê dinyê ji pirsgirêkên herî sereke yek jê germahiya gerdûnî ye. Lewra ji ber germahiya gerdûnî li ser rûyê dinyê avhewa diguhere û germahî her diçe zêde dibe. Ji ber zêdebûna germahiyê jî hişkayî rû dide.
Li gor Servîsa Guherîna Avhewaya Copernîcus (ERA5) a li Navenda Texmînkirina Rewşa Hewayê ya Nîvqewlî ya Ewropayê (ECMWF) sala 2016an li ser rûyê dinyayê sala herî germ bû.
Sala 2022an jî li gor qeydên hatin girtin sala pêncemîn a herî germ bû. Li ser rûyê dinyayê 8 salên dawîn wek 8 salên herî germ ên dinyayê hatin qeydkirin.
Li gor daneyên nirxandina gerdûnî ya ERA5ê salên herî germ ev in:
| Rêz | Salên herî germ |
| 1. | 2016 |
| 2. | 2020 |
| 3. | 2019 |
| 4. | 2017 |
| 5. | 2022 |
| 6. | 2021 |
| 7. | 2018 |
| 8. | 2015 |
| 9. | 2010 |
| 10. | 2013 |
Zanyar û pispor jî dibêjin ku bi germbûna zêde hişkayî, hilm û gilm zêde dibe û ev jî bi xwe ra kêmbûna avê tîne. Ev yek jî bi tena serê xwe pirsgirêkeke mezin e.