10 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
QAHIRE
Di civîna Yekîtiya Ereban a ku îro bi wezîrên karên derva ra dicive da dibe ku sekreterê giştî yê nû were hilbijartin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Yekîtiya Ereban hatin wergirtin, wê îro êvarê sekreterê giştî yê teze were eşkerekirin.
Di hilbijartina sekreterê giştî da ji xeynî Misrê namzedên dewletên ereban ên din tunene û beriya hilbijartinê Behreyn, Kuweyt, Cezayir û Libyayê ragihandibûn ku wê piştgiriyê bidin namzedê Misrê Ehmed Ebû Gaytê ku wezîrê karên derva yê berê bû.
Tê gotin ku wê îhtimaleke mezin Ehmed Ebû Gayt bibe Sekreterê Gişyî yê 8emîn ê Yekîtiya Ereban.