05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 05 Nîsan 2017
QAHIRE
Yekîtiya Ereban û El-Ezherê êrîşa bi çekên kîmyewî ya li Sûriyeyê şermezar kir.
Sekreterê Gişkî yê Yekîtiya Ereban Ehmed Ebû Gayt daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku dîmenên êrîşê ew gelekî xemgîn û aciz kir û wiha axivî:
"Kesên ev bûyer kirine wê teqez berdêla vê bidin. Lazim e mehkemeyên mafê mirovan cezayê van bidin. Em vê êrîşê şermezar dikin."