09 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2019
YPG/PKKya rêxistina terorê ya ku bakurê Sûriyeyê dagir kiriye li herêmên dagirkirî seferberiyeke sê rojan îlan kir û rojê bi zorê çekan dide destê 20 ciwanan.
YPG/PKKyê li herêmên dagirkirî seferberiyeke 3 rojan îlan kir û çekan dide destê ciwanan.
Li Tel Ebyad, Reqa, Resuleyn, Minbic û navçeyên li der û dora wan rêxistinê roja ewil bi zorê çek da destê 130 ciwanan.
Rêxistin niha rojê çekan dide destê 20 ciwanan.
- "Dixwazin em û Tirkiye şer bikin"
Berê rêxistinê bi tenê li cihên kontrolê kes digirtin, lê niha terorîstên YPG/PKKyî di ser malan da digrin.
Xortekî li Minbîcê yê naxwaze navê xwe bibêje ji nûçegihanê AAyê ra wiha got: "Li gundê Kubayê hatine mala me, gotine heke ez teslîm nebim ewê bavê min dîl bigrin."
Xort got ew dixwazin Tirkiye axa wan ji terorîstan paqij bike û wiha dewam kir: "Lê dixwazin em û Tirkiye şer bikin."
YPG/PKK ciwanên ku çekan dide dest wan dibe kampên perwerdeyê yên li bakurê Reqayê.
YPG/PKK cî û warên sivîlan dike mertal
- Terorîstên YPG/PKKyî li Til Ebyadê li malên sivîlan bi cî dibin
YPG/PKKya rêxistina terorê dijî herekata eskerî ya ku dê Tirkiye li rojhilatê Çemê Feratê bide destpêkirin hewl dide ku cî û warên sivîlan bike mertal.
Li navçeya Til Ebyada axa Sûriyeyê ya ku hember Akçakaleya navçeya Rihayê cî digire terorîstên li cihên çekdar ên li navend û gundên hawirdor cihên xwe diguherînin û cil û bergên sivîlan li xwe dikin û li malan bi cî dibin.
Hin terorîst jî bi cil û bergên sivîl bi motorê dewriye digerin.
Qismek îxtiyar û jinên li navçeyê hewl didin ku ji malên xwe derkevin, terorîst destûrê nadin ku ciwan ji navçeyê biçin.
Serokên rêxistinê malbatên xwe jî bi wesayîtan dişînin Reqa û Qamişloyê.
Ji aliyê din va ji Kobanê, Reqa û Dêrazora li rojavayê navçeyê gelek wesayîtên eskerî û terorîst berê xwe dan Til Ebyad û Resul Eynê.