27 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
ŞANLIURFA
Sûriyeyiyên ku ji ber zilma rêxistina terorê YPG/PKKyê revîn û xwe spartin Tirkiyeyê, li benda wê rojê ne ku welatê wan ji terorîstan were paqijkirin.
Qedera 30 hezar Kurdên ji Sûriyeyê ku piraniya wan jin û zarok in û ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê revîne û hatine Tirkiyeyê, li Şanliurfayê li Konbajarê Sirûcê yê AFADê dimînin.
Kurdên Sûriyeyî gelekî minetdarê Tirkiyeyê ne ku Tirkiyeyê ew li vir hewandin û xwedî li wan derket. Lêbelê ev kes digel ku li memleketê wan şer û pevçûn tuneye, ji ber zilm, tundî û zordestiya rêxistina terorê YPG/PKKyê nikarin vegerin ser warê xwe.
Sûriyeyiyên ku dixwazin li welatê wan êdî şûna çek û bombeyan, aştî û aramî biedile, daxwaz dikin ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li herêma Efrînê bi ser bikeve.
Mehmet Elî Şukrî ku penaberekî Kurd e û li konbajar dimîne, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku ji ber ku rêxistina terorê DEAŞê êrîşî Eyn el-Erebê kir, ew revîn û wan xwe spart Tirkiyeyê.
Şukrî bal kişand, piştî ku PYDyê herêm bi dest xist, ew wer fikirîn ku ewê bikaribin vegerin ser warê xwe û wiha dewam kir, "Lêbelê rêxistina terorê îzin neda. DEAŞ hat em revîn, paşê YPGyê herêm bi dest xist. Lêbelê ferqa wan jî ji DEAŞê tunebû. Me her tiştê xwe li dû xwe hişt û bi salan e em li xurbetê ne. Em nizanin emê çi bikin."
Şukrî diyar kir ku ew naxwazin Sûriye perçe bibe û wiha pê da çû:
"Em qebûl nakin ku YPG li ser axa me bimîne. Feydeya van ji kesî ra tuneye. Heger ew nebûna jixwe heta niha şer li Sûriyeyê bi dawî bûbû. Şikir ji Xwedê ra rewşa me li vir xweş e, lêbelê heger welatê me ji terorîstan neyê paqijkirin em nikarin biçin ji ber ku em ji wan ditirsin. Jin û zaroyên me hene. Em ditirsin ku tiştekî bînin serê wan. Ma emê çawa herin?"
Penabera Kurd Fatma Zozan ku ligel mêrê xwe û 5 zarokên xwe ji ber zilm û zordestiyê ji Sûriyeyê hatine Tirkiyeyê, got ku mala wan di şer da kavil bû û gelekî êş û keser dît.
Zozanê diyar kir ku ew zehf dixwazin biçin welatê xwe û wiha pê da çû:
"Em ji ber şer revîn û hatin vir. Mala me kavil bû. Ji ber ku zarokên me yên piçûk hebûn, êdî me zêde teyax nekir. Heger bajarê me ji terorîstan were paqijkirin helbet em dixwazin vegerin. Mala mirov, gora mirov e. Li Reqayê erdê me heye, her tiştê me heye. Berê li wir DEAŞ hebû, bi xirabî miemele li însanan dikirin. Aniha PYD/YPG hatiye, lê tu tişt neguheriye."