Önder Beyter
23 Îlon 2019•Rojanekirin: 24 Îlon 2019
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf der heqê rageşiya di navbera Amerîka û welatê wî da wiha got, "Gelo em dikarin ji şer dûr bisekinin, ez ne yeqîn im. Lêbelê yê ku şer bide destpêkirin, em ê nebin û ewil kê bide destpêkirin yê ku dawiyê jî lê bîne dê ne ew be."
Zerîfê ku ji têlevîzyona Amerîkayê CBSê ra axivî, diyar kir ku Îran ne li pişt êrîşa dijî tesîsên neftê yên Erebistana Siûdî Saudi Aramcoyê ye û ekîbeke ku lêpirsîneke serbixwe bimeşîne jî dê bigihîje heman encamê.
Zerîf got ku Îran ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ku ji bo lêpirsînê ekîb şand Erebistana Siûdî, nehat agahdarkirin û wiha îdia kir, "Heger NY lêpirsîneke serbixwe bide meşandin, dê bigihîje wê encamê û dê bibîne ku Îran ji êrîşan berpirsiyar nîne."
Zerîf got ku ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra derewan dikin da ku wî bikişînin nava şer û lewma jî pêwîstiya Amerîkayê bi peywirdarên ewlekariya neteweyî yên wiha heye ku dikarin rastî û derewan ji hevdu cuda bikin.
Zerîf herwiha ji bo pirsa gelo Amerîka û Îran dikarin ji şer dûr bisekinin jî wiha got, "Gelo em dikarin ji şer dûr bisekinin, ez ne yeqîn im. Lêbelê yê ku şer bide destpêkirin, em ê nebin û ewil kê bide destpêkirin yê ku dawiyê jî lê bîne dê ne ew be."